Enes Kaplan
28 Mijdar 2021•Rojanekirin: 29 Mijdar 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan ji bo ku beşdarî Lûtkeya 15em a Teşkîlata Tevkariyê ya Aborî bibe, li Tirkmenistanê ye û di çarçoveya lûtkeyê da dest bi hevdîtinan kir.
Lûtke li Otêla Karakumê tê kirin. Hevdîtina Erdogan û Reîsî bêyî çapemeniyê hat kirin û nîv saetê dewam kir.