19 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa terorê ya li kolana Îstiklalê ya Beyogluyê da bi têlefonê ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala agahî sitand.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin sitandin, Serokomar Erdogan piştî êrîşa terorê ya li kolana Îstiklalê dema ku li mala xwe ya li Kisikliyê bû der barê mijarê da bi têlefonê ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala agahî sitand.
Wek mayîn Erdogan der barê teqînê da bi têlefonê ji Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Midûrê Ewlekariya Stenbolê Mustafa Çalişkan jî agahî sitand.