Ekip
20 Gulan 2023•Rojanekirin: 20 Gulan 2023
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Hevdîtina Komeleyên Hemşeriyan" a li Navenda Kongreyê ya Halîçê hat lidarxistin bû û axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku gel bi îradeya xwe ya ku di 14ê gulanê da nîşan da îsbat kir ku ew kîja rûpoşê li xwe dikin bila bikin, kîjan takiyeyê dikin bila bikin rûyê wan ê rastî nas dike û carekî din dît û wiha axivî: "Me ji serî da çi got, 'Her biryara gelê me li ser seran e' Baş e lê van çi gotin, gotin ku 'Em ê xira bikin.' Dê çi xira bikin? Berhemên ku me ji bo gel û welatê xwe çêkiriye dê xira bikin. Gotin ku 'Dê paş vekişin.' Dê ji ku paş vekişin. "Dê ji korîdorên ewlehiyê yên ku Tirkiyeyê ji bo sînorên xwe ji rêxistinên terorê biparêze ava kir vekişin. Polês, cendirme, eskerên min firsendeke wisa nadin. Li hişmendiyê binêre. Tu wisa bwer dikî ku dê polês, cendirme, eskerên min firsendeke wiha bide te. Bi îzna Xwedê nade. Gotin ku 'Em ê serbest berdin.' Dê kî serbest berdin? PKKyiyên di girtîgehê da, endamên FETOyê, piştgiriyên Geziyê. Dê Selo berdin. Kî ye ev Selo? Seloyê terorîst ku li Diyarbekirê bû sedema mirina 51 welatiyên min ên Kurd. Ev dewlet heke dewleta hiqûqê be, heke hiqûq hebe bi îzna Xwedê heta ku em li ser kar bin ji xeynî hiqûq û edaletê tu mekanîzmayên din dê neşixule û nikarin pêngaveke biçûk jî biavêjin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku roja hilbijartinê li benda piştgiriya xurt û mezin a komeleyên hemşeriyan e û ev gotin: "Roja hilbijartinê heta ku encam diyar bibin divê em bi xurtî li sandoqan xwedî derkevin. Rehawet nabe. Jixwe me di tura yekem da qezenc kir...' Eman ha. Em nikarin bi serxweşiya serkeftinê di rêya xwe da biçin. Em ê gelekî bixebitin. Ez ji we bawer dikim, ji we ewle me. We di tu têkoşîna me da em tenê nehiştin. Tu gumana min tune ku hûn dû di vê pêvajoyê da jî li ba me bin."