Muhammed Nuri Erdoğan
18 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di axaftina Erdogan û Macron da têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Fransayê da, mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Di axaftinê da Serokomar Erdogan diyar kir ku parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û desthilatdariya wê girîng e û ew ji ber biryara Fransayê ya ji bo vekirina balyozxaneya xwe ya li Sûriyeyê kêfxweş in.
Erdogan diyar kir ku ji bo vegera penaberên Sûriyeyî ya ji bo welatên wan xebat hatine destpêkirin.
Serokomar Erdogan got divê civaka navneteweyî hevkariyê bike ku şert û mercên mayînde çêbibin ku Sûriyeyî li wir bimînin û xebatên jinûveavakirin û îhyayê jî pêk bên.