09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî wê îro bicivin.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan û Bahçelî sibê wê di saet 16.00an da li Kuliyeya Serokomariyê bicivin.
Serokomar Erdogan piştî civîna koma AK Partiyê ya Meclisê daxuyanî dabû rojnamevanan û destnîşan kiribû ji bona hilbijartina serokomariyê Devlet Bahçelî vexwendiye û li benda bersiva wî ye.
Bahçelî duh di daxuyaniya çapemeniyê da destnîşan kiribû wek MHP bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan ra li ser tifaqa hilbijartinê û pêşeroja siyasetê hevdîtin nekirine û heger daxwaz çêbe wê bicivin.