ANKARA
Alîkarê Serokwezîr YalçinAkdogan der heqê Pêvajoya Çareseriyê de wiha got: "Daxuyaniyên ku birêz Demirtaş û Qendîlê hefteya borî dabûn ne li gor pêvajoyê ne. Li gor hesasiyetên ku niha pêvajo gihîştiyê nînin û jehr kirin nav pêvajoyê û atmosfer xerab kir. Serokomarê me mîmarê vê pêvajoyê ye û li hember wî şer îlankirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev bi kêrî pêvajoyê nayê, divê ewilî bi vê yekê bizanibin. Tu kes nikare birêz Erdogan weke ku li dijî Pêvajoya Çareseriyê ye nîşan bide."
Akdogan li Avahiya Navendî ya Serokwezîrtiyê bersiva pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê de da.
Akdogan ji bo pirsa "Nîqaşên dawîn ên der barê pêvajoya çareseriyê de. Li dû hevdîtina we û ya bi şandeya HDPyê re birêz Serokomar hin daxuyanî dan. Hûn van nîqaşan çawa dinirxînin?" wiha bersiv da:
"Hûn jî dizanin ku di pêvajoya çareseriyê de em li qonaxeke girîng in. Daxuyaniyên ku birêz Demirtaş û Qendîlê hefteya borî dabûn ne li gor pêvajoyê ne. Li gor hesasiyetên ku niha pêvajo gihîştiyê nînin û jehr kirin nav pêvajoyê û atmosfer xerab kir. Serokomarê me mîmarê vê pêvajoyê ye û li hember wî şer îlankirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev bi kêrî pêvajoyê nayê, divê ewilî bi vê yekê bizanibin. Tu kes nikare birêz Erdogan weke ku li dijî Pêvajoya Çareseriyê ye nîşan bide. Di nava 12 salan de di der heqê vê mijarê de gelek gav hatin avêtin, şoreşên bêdeng qewimîn. Li pişt van hemû şoreşan de îmzeya birêz Serokomarê me heye. Dîsa Pêvajoya Çareseriyê perçeyekî muhim a vîzyona serokomariyê ya birêz Serokomar Erdogan û ya serokwezîrtiyê ya birêz Serokwezîr Davutoglu ye."
Akdogan li ser pirsa "Hin nîqaşên der barê ku Serokomar bi têra xwe nehatiye agahdarkirin dest pê kirin, hûn van çawa dibînin?" wiha xeberda:
"Heke di pêvajoyê da kêmasiya agahîdayînê hebe ev aîdê me ye û em ê vê telafî bikin. Di vê mijarê da gotinên Birêz Serokomarê me ji bo me telîmat in. Birêz Erdogan kesekî ji rêzê nîne. Birêz Serokomarê me hem Serokê Gişkî yê Avakirina AK Partiyê ye hem jî lîderê tevgera siyasî ye. Hebûna wî ji aliyê pêvajoyê va zehf girîng e."
- Sîstema Serokatiyê
Dîsa Akdogan ji bo pirsa rojnamegerekî ya "Serokomar îro di civînekê de got ku êdî sîstem nameşe, divê êdî sîstema serokatiyê were. Hûn ji bo vî çi dibêjin?" bi vî awayî bersiv da:
"Mijara ku sîstem nameşe, mijareke pir berê ye. Min di daxuyaniyên xwe yên berê de jî diyar kiribû ku bi hilbijartina Serokomar a ji aliyê gel ve êdî pergala parametreyeke nû dest pê kir û jixwe pergala ku xitimîbû êdî bi vê parametreyê ve dê bêtir asê bibe. Ji ber vê ev pirsgirêkeke pergalê ye ku ji şexsan azad e. Birêz Serokwezîrê me jî bi dehan caran li ser vê rawestiyaye û di çarçoveya destûra nû de bal kişandiye ser sîstema serokatiyê. Di xebatên beyanameya hilbijartinê de jî vê mijara girîng têra xwe cî dîtiye."
Akdogan pirsa "Di nava AK Partiyê de gengeşiyek heye?" wiha bersivand: "AK Partî malbateke mezin e û tevgera qencîxwaziyê ye. Nîqaşên şexsî an xeta nikarin zirarê bidin vê malbata mezin. Heke AK Partî di hilbijartinê da serkeftî be, ev hem ji bo ewlehiyê hem ji bo berdewama îstiqrarê, hem jî ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê zehf girîng e û ji bo amadekirina qanûna bingehîn a teze jî zehf muhim e. Ji vê hêlê ve her kes dê anegorî berpirsiyariya li ser milên xwe tevbigere. Di nava AK Partiyê de meseleyên şexsî dernakevin pêş û girîngiyeke xwe jî tunene. Îro AK Partî ji bo Tirkiyeyê şansekî mezin e û ji ber vê pir girîng e ku AK Partî bi awayekî hêzdar li ser rêya xwe bimeşe. Her neferekî AK Partiyê, her neferekî vê malbata mezin bi vê hişmendiyê tevdigere û dê tevbigere. Di vê mijarê de divê her kes xwe rehet hîs bike."