19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Evdila Kurdiyê bavê Aylan Kurdiyê ji Sûriyeyê yê ku dema li Bodrumê bota penaberan binav bibû û xeniqîbû ra xeberda.
Hevdîtin li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê çêbû û Davutoglu ji Evdila Kurdî ra wiha got: "Dilê me jî wekî yê we şewitî, wêne hê jî ji ber çavê min naçe."
Serokwezîr Davutoglu silavên Sara Davutogluyê jî ji Kurdî ra got û wiha axivî: "Aylan di temenekî biçûk da wefat kir, lê ji me ra mîrateyeke mezin hişt. Heger ew nebûya haya kes ji trajediya penaberên ji Sûriyeyê agahdar nedibû. Kampanya û civîn bihatina kirin jî bi qasî wêneyê Aylan tesîr nedikir. Xwedîderketina li mîrateya Aylan him ji bo we û him jî ji bo me xîreteke mezin e. Em we wek malbata xwe dibînin. Hûn him welatiyê Tirkiyeyê ne û him jî ji malbata me ne."
Piştî ku Evdila Kurdî ji bo alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo penaberên Sûriyeyê sipas kir, Davutoglu wiha got: "Ev wezîfeya me ye, lewra em ê roja axretê çawa derkevin hizûra Xwedê? Hûn xwîşk û birayên me ne. Kurd, ereb û tirkmen ferq nake, em bira ne. Kesên ku cudakariyê dikin wê tu wextê bi ser nekevin. Xwedê cardin rehma xwe lêke, sebrê bide. Êdî hemû dinya navê Aylanê dizane."