01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi teyareya taybet a bi navê "ANA"yê va di saet 11.10î da hate Diyarbekirê.
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahîr Unal, Wezîra Hawirdor û Bajarvaniyê Fatma Guldemet Sari, Walî Huseyîn Aksoy û rayedarên din li Balafirgeha Diyarberkirê li Serokwezîr Davutoglu pêşwazî kirin.
Bi Serokwezîr Davutoglu ra Sare Davutoglu, Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yuldirim jî hatin Diyarbekirê.
Davutogluyê beşdarî merasima cinazeyê polêsên ku do di êrîşa terorê ya Baxlarê da cangorî bibûn a ku li Fermandariya Baregeha Jetan a Bingeh ya Diyarbekirê bê lidarxistin bibe.