ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû ji bo bûyera ku duh êvarê li Yuksekovayê qewimîbû got: "Bûyera ku li Yuksekovayê qewimî careke din nîşan da ku AK Partî ji "pêvajoyê" çi fehm dike."
Tanrikûlû ji ber bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ew rayedariya bêhed a ku desthilatdariya AK Partiyê daye hêzên ewlehiyê duh bû sedema du canan. Li Yuksekovayê ji ber ku mudaxele li ser kesên daxuyanî didan çapemeniyê hat kirin, bûyer derketin û di bûyerê de Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr bêpirs hatin înfazkirin û hêzên ewlehiyê li nexweşxaneyê ajotin ser cinazeyên wan. Hêzên ewlehiyê serwîsa acîlê ya nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê di serî de xaz berî serb gelek beşên nexweşxaneyê dan. Wek ku înfazkirina du kesan têrê nekiribe gelek nexweş jî hatine ber mirinê.
Tanrikûlû diyar kir ku êdî xwîn pijiqiye pêvajoya çareseriyê û wiha dewam kir: "Bûyera ku li Yuksekovayê qewimî careke din nîşanda ku AK Partî ji "pêvajoyê" çi fehm dike. Lazim e ku ev bûyer demildest bê zelalkirin û berpirsyarên wê jî teqez bên darizandin. Wezîrê Karên Navxweyî divê teqez biçe navçeyê ji malbata Îşbîlîrê uzra xwe bixwaze û der barê bûyerê de bi awayekî hûr û kûr lêkolînê bike. Hêviya me ew e ku ji bilî dilê malbata Îşbîlîrî êdî dilê tu malbatekê neêşê. Serê malbata Îşbîlîrê sax be û Xwedê sebrê bide wan."