ANKARA
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de der barê biryarên dardekirina 528 kesên li Misrê de deklarasyonek hevpar hat xwendin. AK Partî, BDP, CHP Û MHP deklarasyonê îmze kir. Di deklarasyonê de hat gotin ku "Ev biryarên dardekirinê dê bibe rûreşiyeke mezin li ser têkoşîna demokratîk, hêvî, xeyal û dahatûya Misrê û li ser dîroka mirovahiyê ranebe. Daxwaza hevpar a vîna gel a ku li TBMMê peyda bûye, ew e ku ev biryarên dardekirinê neyên tetbîqkirin."