ERBÎL
Birêvebirê berê yê PKKê Nîzamettîn Taş ji bo ku rêxistin dev ji gefên xwe yên ku li wan dixwe, biqedîne bangî Ocalan kir ku kuştin biqedin. Kesê ku kuştinên di nav rêxistinê de bide qedandin tenê Ocalan e. Heke ew ji Cemîl Bayik re bibêje bisekinin, dê biqede. Lê ku nebêje ew ê jî bibe hevalê kujeran. Ji ber wê Ocalan divê teqez gotinekê bike."
Taş li Erbîlê ji nûçegîhanê AAyê re êrîşa ku di 24ê tebaxê de li wan hate kirin daxuyand û qala hûrgiliyên wê kir.
"Biryara êrîşê di civîneke PKKê de hat dayîn"
Taş da zanîn ku plana êrîşê pêşiyê hatibû kirin û wiha axivî: "Li gor îstixbarata ku me piştî êrîşê bi dest xist, biryar û plana êrîşê qasê mehek ewil di civîneke PKKê de hat girtin. Ev di nav rêxistinê de ne karê komeke marjînal e. Yê ku van êrîşan organîze dike Cemîl Bayik bi xwe ye. Mixabin helwesta xwe ya berê neguherand. Îstixbaratên hêzên herêmê jî hene. Ewlekariyê ji me re got ku der barê vê yekê de qasê mehekê berê agahî ketibûne destê me. Lê belê bergiriyên hewce ji bo vê negirtine."
Taş sûîqestên ku li Ganî Yilmaz, Sîpan Rojhilat û Hikmet Fîdan hatin kirin bi bîr xist û got ku di serdemên bi vî rengî de meseleyên bi vî awayî di nav PKKê de diqewimin.
"Dê zar û zêçên me jî bikuştana"
Taş da zanîn ku di hedefa êrîşê de tenê ez tunebûm, zar û zêçên min jî hebûn û wiha axivî:
PKKyiyê ku birîndar ketiye, hemû tiştî îtiraf kiriye. Di dîmenên ku girtine de bi zar û zêçan ve her kes di nîşana wan de bûye. Wisa dikin ku bila çavê xelkê bitirsînin û bêjin ne tu kes dikare ji serê çiyê were xwarê ne jî tu kes dikare li hemberî PKKê derkeve.
"Rêxistinê nehişt em partiyekê damezrînin"
Taş da zanîn ku wan dixwest partiyek damezrînin, lê belê PKKê êrîş kiriye û nehiştiye û axaftina xwe wiha domand:
"Me berê dixwest ku partiyekê damezrînin, lê belê piştî ku partî damezirandine ne tenê Hikmet Fîdan û Ganî Yilmaz tam êrîşê 8 hevalên me kirin. Ji ber ku xwîn tevli siyasetê bû û ji ber ku me tundî jî nedixwest, me tu bersiv jî neda. Ji ber wê me xebatên xwe dan rawestandin. Lê belê îro sibe dema ku rewş aram bû heqê her kesî ye ku bikeve siyasetê. Li Tirkiyê pargaleke piralî heye. BDP bi eşkere di parlamentoyê de dikare telîmatên Ocalan bixwîne. Televizyonên tirkan her nîqaşê diweşînin. Wê çaxê jî bihêle bila di nav kurdan de jî îslamcî, lîberal, hîzbûllahçî û komarparêz hebin. Yanî bila her fikir di nav me de azad be. Bi yekfikrî wek CHPya berê kar naçe serî. PKK jî divê neşibe CHPê.
Bangî Ocalan kir ku bila êrîşan bide sekinandin
Taş bangî Ocalan kir ku înfazên di nav PKKê de bide sekinandin û wiha pê de çû:
"Kesê ku kuştinên di nav rêxistinê de bide qedandin tenê Ocalan e. Heke ew ji Cemîl Bayik re bibêje bisekinin, dê biqede. Lê ku nebêje ew ê jî bibe hevalê kujeran. Me bihîst ku berê fermana van kuştinan wî dida û bila niha jî bide sekinandin."
PKKê hê jî pêla aştiyê qebûl nekiriye
Taş rexneyên giran li PKKê kirin û got ku di serî de pêla aştiyê ji PKKê re giran hatiye. Mesela êrîşa ku li me hat kirin, dide nîşan ku ferasetê berê hê jî di nav rêxistinê de jîndar e. Ev jî dide nîşan ku her çiqas bixwaze êdÎ rêya siyasetê vebe jî lê mixabin nikare ji binî vê derkeve.
Taş da zanîn ku ew parastineke fermî naxwazin û xwe bi xwe dikarin biparêzin.
"PKKê şantaj kir, lewma jî em venexwendin kongreyê"
Taş da zanîn ji ber ku PKKyê şantajeke wiha kir em wek birêvebirên PKKê nehatin vexwendin ji bo kongreyê û wiha pê de çû:
"Di kongreya neteweyî de neheqiyên mezin pêk tên. Hemû partiyên li Kurdistanê dixwazin ku em beşdar bibin. Yên ku li hember in PKK û alîgirên wê ne. Yên ku li ser navê kurdan tu tişt nekirine jî tên vexwendin lê ji ber ambargoya PKKê em nikarin beşdarî kongreyê bibin.