01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
ANKARA
12 fezlekeyên ku bi destê Wezareta Edaletê bi hinceta "rakirina destnedayînê" ya der barê Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û 3 parlementerên HDP û 4 parlementerên CHPyê da hatibû amadekirin ji bo pêşkêşî Meclisê bikin şandin Serokwezîriyê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, di nav fezelekeyên ku şandin Serokwezîriyê der barê Hevserokê Giştî yê HDPyê û Parlementerê Stenbolê Demirtaş da ji ber sûcên "heqaretkirina li Serokomar û xebatkarê kamuyê, di nav gel da derxistina neyartiyê û tehrîkkirinê, propagandaya rêxistina terorê û mixalefeta li dijî Zagona Hilbijartinê" 5 dosye hene.
Di fezelekeyan da Parlementera HDPyê ya Diyarbekirê Nursel Aydogan ji ber sûcê "mixalefeta li dijî Zagona Hilbijartinê", Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Ferhat Encu ji ber sûcê "heqareta li dijî xebatkarên kamuyê û astengkirina wezîfeyê" û Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji ber sûcê "mixalefeta li dijî Zagona Ragihandinê ya Eelektronîk" tên sûcdarkirin.
Di fezlekeyan da der barê Parlementerê CHPyê yê Eskişehirê Cemal Okan Yuksel da ji ber sûcê "heqaret û li ser darizandian edlî tesîrkirin", der barê Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Mustafa Akaydin da ji ber sûcê "bi awayekî neyînî emilandina wezîfeyê", der barê Parlementerê CHPyê yê Mêrsînê Durmuş Fikrî Saglar da ji ber sûcê "heqareta li dijî Serokomar" û der barê Parlementerê CHPyê yê Aydinê Metîn Lutfu Baydar da ji ber sûcê "bi awayekî neyînî emilandina wezîfeyê" dosye hene.