18 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
NEW YORK
Hat ragihandin ku li New Yorka bajarê DYAyê Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Rex Tîllerson û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatin bal hev. Hat ragihandin ku di hevdîtinê da mijara agirbestê hat nirxandin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Heather Nauert, der barê hevdîtina Tillerson û Lavrov de daxuyaniya nivîskî da.
Nauert ragihand ku herdu wezîr ji bo 72yemîn civînen Lijneya Giştî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin New Yorkê û danê êvarê hevdîtin kir. Nauert wiha dewam kir: "Herdu wezîr li ser mijarên li Sûriyeyê di operasyonên leşkerî de rewşa agirbestê, kêmkirina tundiyê û li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê ji bo pêvajoya Cenevreyê têkûz bimeşe şert û mercên pêwîst bên bicihkirin, hatin nirxandin."