22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi endamên Komeleya Dostaniyê ya Stenbolê ra hat bal hev û li vir axivî.
- "Herin Fîzanê jî wê hesab bidin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo serokê çeteyê yê li Pensilvanyayê û rêvebirên rêxistina bên îadekirin li nav welêt û derveyî welêt hemû pêvajoyên hiqûqî dane destpêkirin û wiha got: "Direvin ku bila birevin, herin Fîzanê jî wê hesab bidin. Wê tu kes ji hesabdayînê xilas nebe."
- "Tirkiye dewleteke mezin e û bi terorê nayê terbiyekirin"
Erdogan di axaftina xwe da diyar kir kesên ku şerê rastgir û çepgiran derxistin, şerê elewî û suniyan derxistin, bi bûyerên Geziyê xwestin birayan berî hev bidin û îcar jî xwestin ji ser çeteya bêbextiyê ya paralel bi ser kevin û wiha got: "Îro jî heman çete, ji ser rêxistinên terorê yên wekî PKK, DHKP-C û DAEŞê lîstikên xwe dewam dikin. Hemd ji Xwedê ra êdî em dewleteke bêhêz nînin ku bi manîpulasyonan bên îdarekirin. Ez bi eşkereyî xeber didim, Tirkiye dewleteke mezin e û bi terorê nayê terbiyekirin."