Türkan Tosun
06 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2021
Tirkiyeyê daxuyand ew kêfxweş e ku di 41emîn Civîna Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) ya ku el Ulaya bajarê Erebistana Siûdî çêbû da pirsgirêka Kendavê hatiye çareserkirin û bi Qeterê ra dîsa têkiliyên dîplomatîk wê dewam bikin.
Wezareta Karên Derva der barê encamên 41emîn Civîna Konseya Hevkariya Kendavê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kendavê îradeyeke hevpar hat nîşandan û hat daxuyandin ku bi Qeterê ra têkiliyên dîplomatîk wê dîsa bên avakirin ku ev tiştekî kêfxweş e. Di encama civînê da em hêvî dikin ku Danezana El Ulayê ya di navbera Misir û endamên KHKyê da hat îmzekirin pirsgirêkê ji kokê va çareser bike."
Hat daxuyandin Tirkiye girîngiyê dide yekîtî û hevkariya KHKyê û ji bo hevkariya kar pêşva here amade ye.