13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Tirkiye kesên ji bo veberhênanê bawerî pê anîne mehcûb nake û wiha pê da çû: "Tirkiyeyê kesê ku bawerî pê anî, pê ewle bû û lê veberhênan kir, mehcûb nekir, mehcûb nake. Piraniya veberhênerên navneteweyî ji ber ku ev rastî dîtin, li Tirkiyê veberhênanên xwe bi zêdekirin didomînin.
Ji xeberdana Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş:
"Çalakiyên rêxistinên terorê bi tenê li ciyê bûyerê û wê demê bandora xwe dide hîskirin. Ji xeynî wê xemgînî û hêrsa me zêde dike, lêbelê bi tu awayî li ser karên me karîgeriya xwe tuneye. Herçend bi şev hewldana derbeyê rû bide jî sibetirê li welat her tişt li ser xeta xwe diherike.
Tirkiyeya ku veberhênerên navneteweyî lê bawerin, divê karsazên me jî lê bawer bin û veberhênanên xwe taloq nekin. Heke xeletiyê bikin, evê winda bikin. Werin veberhênanên xwe zêde bikin. Ez çawa ku baweriya xwe li welat û gelê xwe tînim, ez wisa jî karsazên xwe bibawer im."