13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê erdheja li Iraqê de got: "Ez dixwazim bibêjim Tirkiye bi hemû hebûna xwe va li gel birayên xwe yen ku di erdhejê de zirar ditîne disekine, bila vê bizanibin. Ji bo alîkariya tibî û xurek ya ku gelê Iraqê yê ku êşa erdhejê kişandine bê kirin, Tirkiyeyê konvoya alîkariyê ya ewil şand."
Yildirim di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got Tirkiye êşa erdhejê ya ku navenda wê Silêmaniyeya Bakurê Iraqê ye hîs dike û di keliya ewil pê va ji bo ku li gel birayên xwe yên di erdhejê de zirar ditîne bibe tevdigere.
Yildirim got konvoya alîkariyê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê di rê de ye û wiha axivî: "Bila ji birayên me yên ku erdhej dîtine re derbasî be, rehma Xwedê li miriyan be. Ez dixwazim bibêjim Tirkiye bi hemû hebûna xwe va li gel birayên xwe yen ku di erdhejê de zirar ditîne disekine, bila vê bizanibin. Ji bo alîkariya tibî û xurek ya ku gelê Iraqê yê ku êşa erdhejê kişandine bê kirin, Tirkiyeyê konvoya alîkariyê ya ewil şand. Hêviya me ji Xwedê ew e ku zêde kes nemrin. Ez ji gelê Iraqê yê bira yê ku ev êşa mezin dîtiye, rêvebiriya wê û bi rêvebiriya Iraqa Bakur re dibêjim em pir xemgîn in û derbasî be. Xwedê alîkariya birayên me yên ku ji erdhejê zirar dîtine be."