23 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got:"Min bi eşkereyî metirsiyên Tirkiyeyê yên di warê ewlehiya neteweyî da ji Birêz Bîden ra gotin. Li ser sînorê Tirkiyeyê niha li Iraq û Sûriyeyê mixabin otorîteya dewletê tuneye. Mixatabê me tuneye. Tirkiye li Sûriyeyê niha 3 xetereyan li ber xwe dibîne. Ya yekem rejim e ku bi zilma xwe dibe sedema koçkirina penaberan. Ya duyemîn DAEŞ e ku bi çalakiyên terorê sûcê mirovahiyê dike. Ya sêyemîn YPG ye. Lewra YPG li herêmên di destê xwe da ereb û tirkmenan û kurdên mixalif ji hêla nijadî va paqij dike û tiştên wisa dike ku li nav Tirkiyeyê dikeve nav hewldanên wisa ku alîkariyê dide rêxistina terorê. Loma jî em van wek talûke dibînin û li dijî wan li gor ewlehiya xwe ya neteweyî çi hewce bike dikin û helwesta me eşkere ye."
Serokwezîr Davutoglu piştî hevdîtina xwe ya bi Bîden re daxuyanî da û ji axaftina wî sernavên derketin pêş:
"Bi Bîden ra) Em ê di xwarinê da hinekî dîsa bi hûrgilî li ser mijara Qibrîsê bisekinin. Ez carekê dîsa jê ra sipas dikim. Di ziyareta xwe ya giravê da herdu alî jî ziyaret kir û tevkariyeke mezin da hevdîtinên aştiyê. Hêvî dikim ku di pêşerojê da di mijara Qibrîsê da çareseriyek bê dîtin. DYAyê di vê mijarê da wezîfeyeke mezin bicî bîne. Emê carekê dîsa ji bo tevkariyê ji birêz Bîden ra sipas bikin. Ji bo hevdîtinên wî yên bi kêr û têr em ji wî û ekîba wî ra sipas dikin. Carekê dîsa dibêjim ser çavan ra hatin welatê me.
Tirkiye û Amerîka ji berê va di mijara Sûriyeyê da di nav şêwrên berfireh û kûr da ne. Armanca Tirkiyeyê ew e ku li ser sînorê me DAEŞ nemîne û em kêfxweş dibin ku Amerîka jî alîkariya me bike. Em teqez li ser sînorê xwe DAEŞê naxwazin. Ji ber vê jî di heyamên dawîn da Tirkiye û Amerîka piştgiriyê dide têkoşîna mixalefeta Sûriyeyê ya li dijî DAEŞê. Wek mayîn ji bo ku operasyonên hewayî yên Rûsyayê zirarê nedin vê têkoşînê me metirsiyên xwe yên di vî warî da destnîşan kir. Em li ser sînorên xwe DAEŞê, PKKyê û hêzên paramîlîter ên rejimê naxwazin.
YPG perçeyekî PKKê ye û bi eşkere ji PKKê piştgiriyê distîne. Bi taybetî jî bi heman awayî hesasiyeta sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ku Nisêbîn, Silopî, Cizîr, ên ku rasterast bi sînor ve ne û yên wek Tel Ebyad, Akçakale, Ceylanpinarê yên ku hema bêje bajêr dike du qetan û di konjokturê de hemû derbasbûnên terorî yên ku li Sûriyeyê ne û ji wir derbasî aliyê Tirkiyeyê dibin, çek tên derbaskirin, dijminiyeke eşkere li hemberî Tirkiyeyê birêve dibin, min ji birêz Bîden re evna gotin. Di vê çarçoveyê de hemû xabetên me yên hevpar ên li dijî hemû komên terorîst ên ku wê bi kêrî me bên me ji hev re got.
Ji ber ku PKK li Iraqê heye lazim e Tirkiye li Iraqê di têkoşîna dijî PKK û DAEŞê da cî bigre.
Tirkiye dewleteke demokratîk e. Helbet dost û hevalbendên me dema hatin dikarin bi her kesî ra xeber bidin. Li hemû fikran guhdarî dikin û pêwendiyan datînin. Di vir da tiştekî neasayî tuneye. Lê daxwaza me ew e ku bi berfirehî li rewşê binihêrin, bila tenê li aliyekî nenihêrin û bi berfirehî li meseleyan binihêrin.
Me ji Birêz Bîden ra qala fikarên xwe yên di mijara ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê da kir û fikir û ramanên xwe yên li ser pêvajoya li Sûriyeyê jê ra got. Em bi taybetî di pêşeroja hevdîtinên aştiya Sûriyeyê da li ser bingeheke hevpar wek hevdu difikirin. Ya ewil ew e ku dibê di temsîliyeta mixalifên Sûriyeyê da her tişt eşkere be. Ji ber ku Amerîka jî di vê mijarê da wek me difikire em memnûn bûn. Ya girîng ew e ku di eniya mixalifan da bi tenê mixalefeta meşrû ya Sûriyeyê hebe.
Ez bawer nakim ku tu welatekî dost û mutefîq destûrê bide wan hêzên nemeşrû yên ku di bin kontrola hikûmetê de nînin, hesab nadin gel ku bi çekan bikevin gund, bajar, bajarok û taxan mayinan bi cih bikin, hendekan bikolin, barîkata daynin. Di vê mijarê de me fikr û ramanên xwe ji hev re got.
Di hevdîtina xwe ya îro de me her duyan jî di mijara helwesta hevpar a li hember terorê de bi hev re tevgerin careke din erê kir. Li Tirkiyeyê teror pişta xwe bide kîjan nijad û çandê, kîjan dewletê ji xwe re kiribe hedef û bi kîjan armancê derketibe bila be ew sûcê mirovahiyê ye. Me di navbera DAEŞ, PKK, DHKP-C, Nûsrayê de tu ferq nedît û em nabînin jî. Di vê mijarê de bi DYAyê re li hemberî hemû mijarên terorê de hesasiyeteke me ya ku emê bi hevdu re tevbigerin heye. Di vê çarçoveyê de ji ber ku fikr û ramanên me li ser heman bingehekê ne em kêfxweş dibin.
Ziyareta Birêz Bîden di demeke wisa da hat kirin ku li Sûriye û Iraqê bûyerên girîng diqewimin, li Ukraynayê tiştên ku merivan dixin nav fikaran dibin. Me hêca di hevdîtinên rû bi rû û yên ku bi heyetan ra hatin kirin da gelek tiştên girîng nirxandin. Di van mijaran da li dorberê me guherînin mezin çêdibin, Tirkiye û Amerîka heke di van mijaran da perspektîfeke hevpar derxin holê ewê baş be.
Têkilî û pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê di dema şerê sar û piştî şer tim têkiliyeke taybet û cuda bûye û li gor vizyoneke stratejîk a hevbeş hatiye avakirin."