Mehmet Şah Yılmaz
26 Adar 2022•Rojanekirin: 26 Adar 2022
Wezareta Karên Derva êrîşa ku duh li Erebistana Siûdî dijî sivîlan hat kirin şermezar kir.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ew êrîşa bi moşek û wesayîtên bêmirov va li Erebistana Siûdî hat kirin şermezar dikin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Divê ev êrîşên terorê yên aramî û îstiqrara herêma me hedef digirin demildest bi dawî bibin. Di vê çarçoveyê da em hevkariya xwe ya bi Erebistana Siûdî û piştgiriya ewlehiya herêma Kendavê ra jî careke din destnîşan dikin."
- Êrîşên Hûsiyan ên dijî Erebistana Siûdî
Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî îdia kiribû ku ji bilî Riyada paytextê Erebistana Siûdî wan bi moşek û ÎHAyan va êrîşî Cide, Cîzan û hin herêmên din jî kiriye.
Turkî el Malikiyê Berdevkê Koalîsyona Ereban a li Yêmenê piştgiriyê dide hikûmetê jî daxuyandibû ku li Cideyê dijî tesîseke neftê ya Aramcoyê êrîş hat kirin.
Malikî gotibû êrîş ji hêla Hûsiyên Îran piştgiriyê dide wan va hatiye kirin û di du depoyên neftê da şewat derketiye.