01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
HATAY
Wesaîta Behçet Yildirimê Parlementerê Adiyemanê yê HDPyê li Hassaya navçeya Hatayê qeza kir.
Li gor agahiyan wesaîta bi plaqeya 07 SS 369 ya Yildirim tê da bû û Ziya Firatê şêwirmendê wî diajot li ser rêya Hassa-Entabê li texma taxa Ardiçliyê ji rê derket, pêşiyê li refujê û peyra jî li wesaîta bi plaqeya 31 U 9632 ya Suleyman Koca diajot qelibî.
Hat destnîşankirin di qezayê da Yildirim birîndar nebû û Firatê sivik birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê.
Der barê qezayê da lêpirsîn dan destpêkirin.