Haydar Karaalp
22 Tebax 2023•Rojanekirin: 22 Tebax 2023
Pêwendiyên Tirkiye û Iraqê bi serdanên payebilind yên dualî xurt dikin.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Hayyan Ebdulxanî ji bo pêwendiyên fermî duh bi heyeta wezaretê ra çû Enqereyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Neftê ya Iraqê da hat diyarkirin ku Hayyan Ebdulxanî li Enqereyê bi Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ra axivî û hevkariya di warê vejen û neftê da gotûbêj kirin.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Hayyan Ebdulxanî li Enqereyê ye û îro jî serdana Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan ya li Bexdayê dest pê dike.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan piştî hat ser wezîfeyê cara ewil wê here Iraqê. Hakan Fîdan wê êvarê bi Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn ra biaxive û piştî civîna dualî wê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin.
Fîdan û Huseyîn di 5ê Tîrmehê da li Bakuyê di çarçoveya Civîna Wezîran ya Buroya Kordînasyona Tevgera Serbixweyan da hatibûn bal hev.
- Fidan dê li Bexda û Hewlêrê hevdîtinan bike
Tê pêşbînîkirin, Wezîr Fidan dê sibê li Bexdayê hevdîtinên xwe bidomîne û digel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî, Serokomar Ebduletîf Reşîd û Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî were cem hev. Fidan her wisa dê li Bexdayê digel nûnerên civaka Tirkmen jî bicive.
Di ziyareta Fidan a Bexdayê da ji xeynî peywendiyên dualî, mijarên ewlekariyê, bazirganiyê û aboriyê jî dê bên rojevê. Her wiha hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li Iraqê ya li dijî ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê tehdîd e jî dê di navbera Bexda û Enqereyê da were gotûbêjkirin.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku ji Iraqê ber bi Tirkiyeyê sewqiyeta petrolê jinûva were destpêkirin.
Fidan piştî hevdîtinên li Bexadayê dê derbasî Hewlêrê bibe û digel peywirdarên Herêma Kurdistana Iraqê bicive.