Muhammet Kurşun
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Namzedê CHPê ji bo Serokkomariyê Muharrem Înce got: "Emê 3 zimanan hînî zarokên vî welatî bikin. Zimanê resmî Tirkî û piştre zimanê ku li malê pê diaxive, wek din jî zimanekî biyanî."
Înce li Şanliurfayê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinan de axivî.
Namzedê CHPê got ew dixwazin bi herêmê re pireke dilî ava bikin.
Înce diyar kir ku eger ew were hilbijartin dê aştiyê pêk bînin, aboriyê mezin bikin û parvekirineke adilane bikin.
Li ser zimanê dayikê jî wiha soz dan:
"Emê 3 zimanan hînî zarokên vî welatî bikin. Zimanê resmî Tirkî û piştre zimanê ku li malê pê diaxive, Kurdî, Erebî yan zimanekî din. Wek din jî zimanekî biyanî. Almanî, Ingilîzî Fransî û hwd."
Herwiha diyar kir ku dema ew hat dê rewşa neasayî rake û li şûna denê çekan dê dengê traktoran were bihîstin.