Orhan Onur Gemici, Zehra Tekeci Eser
28 Gulan 2026•Rojanekirin: 28 Gulan 2026
Di heyeta pêşwaziyê ya AK Partiyê da Alîkarê Serokê Giştî Berpirsê Polîtîkayên Çand û Hunerê Huseyin Yayman, Endama Lijneya Rêveber a Şaxa Jinan a Navenda Giştî û Parlamentera Sêwasê Rukiye Toy, Alîkarê Serokê Civaka Sivîl û Têkiliyên Giştî Selahattin Yagci û Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Ciwanan a Navenda Giştî Abdullah Uçan cih girtin.
Di çarçoveya pîrozbahiya cejnê ya di navbera partiyên siyasî da pêşî heyeta CHPê ya ku ji Parlamenterê Kutahyayê Alî Fazil Kasap, Parlamenterê Aydinê Huseyîn Yildiz û Parlamenterê Enqereyê Denîz Demîr pêk dihat hatin Navenda Giştî ya AK Partiyê.

Piştî ku heyetan cejna hevdu pîroz kir Yayman wiha axivî:
"Gelek kevneşopiyên me yên xweş hene. Gelek adetên me yên xweş hene. Yek ji wan cejnên me ne û ev cejn bi rastî jî rojên xweş in ku em wekî neteweyek û wekî civak li hev bicivin, kîn û nefret bi dawî bibin, û biratî, hevgirtin û yekîtî geş bibin ku me navê wê danîbû 'eniya navxweyî'. Em pir kêfxweş bûn ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê em mazûvaniya we dikin."
Yayman bal kişand ser giringiya wê yekê ku ev yekîtî û hevgirtin ne tenê di cejnan de, divê her dem hebe û diyar kir ku milet vê yekê ji partiyên siyasî jî hêvî dike.

- Di pîrozbahiyên cejnê da bi MHPê ra li ser Tirkiya bêteror hat axaftin
Di çarçoveya pîrozbahiya cejnê da heyeta bi serektiya Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Sadir Durmaz jî serdana Navenda Giştî ya AK Partiyê kir.
Alîkarê Serokê Giştî Yayman destnîşan kir ku ji pêşwazîkirina heyetî kêfxweş in û Cejna Qurbanê pîroz kir.
Yayman diyar kir ku axaftinên pêşeng ên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên vê dawiyê, bi taybetî yên di derbarê Tirkiyeya Bêteror da, pir hêja ne û wiha pê da çû:
"Em ji niha va bi Serokomarê xwe yê birêz ra di nava ahengeke mezin da ne. Ev yekîtî û hevgirtina ku Tirkiye û miletê me dixwazin, dihêle ku Tirkiye yek bi yek astengiyan derbas bike, vîzyoneke mezin, perspektîfeke berfireh û zihniyeteke 'em dikarin bikin' peyda dike. Bila Xwedê wan biparêze. Bi îzna Xwedê, bila Xwedê jîyaneke dirêj bide herdu rêberên me yên mezin. Tirkiye hewceyî Serokomarê me ye. Tirkiye hewceyî Îtîfaqa Cumhûr e. Tirkiye hewceyî yekîtî û hevgirtinê ye."