Orhan Sağlam, Yılmaz Kazandioğlu
06 Gulan 2026•Rojanekirin: 06 Gulan 2026
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Bulent Turan der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da got ku "Em dixwazin ku vê birîna Tirkiyeyê ya ku 40 sal e xwîn jê diherike bigirin, bi rojava û rojhilatê va welatê xwe ji nû va rakin ser piyan û bibezînin. Lewra em dixwazin ku bi awayekî ku car din venebe mijara terorê bigirin."
Turan li Wanê hin ziyaret kirin û di merasimeke xelatê ya beşdar bû da behsa pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kir.
- "Divê dawî li terorê bê, çek bên danîn lê divê ev bê şert û merc çêbe"
Turan der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da bangî partiyên din kir û wiha axivî:
"Ji Wanê bangewaziya min ev e, ji aktorên partiyên siyasî yên ji terorê ra muzahir in ra, ji kerema xwe wêrek bin, ji dil bin. Qet nebe biqasî Birêz Bahçelî, qet nebe biqasî Birêz Erdogan biryardar bin û fedakar bin. Heke hûn di vê mijarê da pêngavan neavêjin, pişta xwe nedin çekan em nikarin beyî ku vê mijarê bigirin, car din mecbûr nemînin ku vê mijarê da biaixivin pêşeroja welatê xwe ava bikin. Divê dawî li terorê bê, çek bên berdan lê divê ev bê şert û merc biqewime. Çekan deyne were meydana em ê biaxivin. Çekan deyne em ji her cure fikrê ra vekirî ne, em dikarin nîqaş bikin lêbelê dema çek hebin tu meneya axaftinê tune. Em dixwazin ku vê birîna Tirkiyeyê ya ku 40 sal e xwîn jê diherike bigirin, bi rojava û rojhilatê va welatê xwe ji nû va rakin ser piyan û bibezînin. Lewra em dixwazin ku bi awayekî ku car din venebe mijara terorê bigirin."