Sayim Harmancı
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Cinazeyê zarokê 8 salî yê ku li Şemdînliya navçeya Hekariyê di 26ê Nîsanê da teîsî bû çem û di çem da winda bûbû, hat dîtin.
Osman Taşê nîştecihê mezreya Korganê ya li ser gundê Yufkaliyê, teisîbû çem û winda bûbû.
Ekîbên AFAD, Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cendirmeyê, UMKE, Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Şemdînliyê û şaredariyê di roja 4emîn da jî li herêmê geriyan ku wî bibînin.
Noqavên Midûriyeta Ewlehiyê ya Wanê, Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Wanê û Midûriyeta Bajarê Wanê ya AFADê jî beşdarî xebatên lêgerînê bûn.
Piştî xebatan cinazeyê zarokê windabûyî li cihekî nêzîkî lê winda bûye hat dîtin.
Cinazeyê Taş ji bo otopsiyê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.