Sabri Yıldırım
25 Gulan 2026•Rojanekirin: 25 Gulan 2026
Federasyona Lîstikên Gelêrî yên Tirkiyeyê pêşbaziyên lîstikên gelêrî li dar xistin û ekîba Kulûba Spora Çandî ya Folklorê ya Mûşê derket fînala Tirkiyeyê.
Li bajêr di pêşbaziya Yekemînê Bajêr ê Navbera Kulûban da kulûb di du kategoriyan da jî bû yekemînê bajêr. Her wiha di 22-23yê Gulanê jî li Wanê di Pêşbaziya Herêman a Navbera Kulûban da jî bi ser ket.
Nûnerê Mûşê di kategoriya mêrên mezin da bû yekemînê herêmê, di kategoriya jinên mezin da jî bû duyemînê herêmê.
Serokê Kulûbê Muhammed Yavuz diyar kir, piştî van serkeftinan di 13-15ê Hezîranê da li Gazîentabê fînalên Tirkiyeyê wê werin lidarxistin û Kulûba Spora Çandî ya Folklorê ya Mûşê wê beşdarî van fînalan bibe.
Yavuz diyar kir ku kulûb wê di fînala Tirkiyeyê da nûnertiya Mûşê wê di kategoriya mêrên mezin da bike û wiha dewam kir:
"Me li Wanê ji bo yekemîntiya herêmê kedeke mezin da. Bi salan e em bi ser nediketin, lê em îsal zêde xebitîn û serkeftî bûn. Em dixwazin di fînala Tirkiyeyê da jî bibin yekemîn."