12emîn Festîvala Werzişên Avê ya Deryaya Wanê ku bi armanca danasîna Gola Wanê û belavkirina werzişên avê tê organîzekirin, di roja xwe ya duyem da berdewam dike.
Di festîvalê da ya ku bi hevkariya Walîtiya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê va li Navenda Werzişên Avê ya Edremît-Gebzeyê ya li qeraxa Gola Wanê tê lidarxistin, pêşbaziyên hentbola peravê û voleybola peravê tên kirin. Her wiha çalakiyên mîna gerên bi beleman, flyboard, parkûra avê, kano, melevanî, bêrvanî, dragon û babirkê jî tên darxistin.
Ziyaretvanên ku tên qada festivalê, hem stendên ku hatine avakirin digerin û li ser xebatên saziyan agahiyan digirin û her wiha hem jî bi temaşekirina pêşandan û pêşbaziyan va demeke xweş derbas dikin.
Mehmet Tosunê Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgehê ji rojnamevanan ra diyar kir ku roja duyem a festîvalê jî bi coş derbas dibe.
Tosun da zanîn ku di festîvalê da 16 saziyên cuda cih digirin û wiha peyivî: "Festîvala me bi eleqeyeke mezin a ciwanên me û gelê me berdewam dike. Li qada peravê, li qada ferîbotê, di kano û bêrvaniyê da, di beşên me yên binê avê da û li qadên cuda yên pêşbaziyê yên di nava avê da çalakiyên me çêdibin. Em hewl didin ku vê hewaya festîvalê bi gelê xwe bidin hîskirin."
Ji werzişvanan Muhammet Tatar jî got: "Duh min derfet dît ku ez li pêşbaziyan temaşe bikim, îro jî em ê wekî tîm beşdarî pêşbaziyan bibin. Festîval xweş derbas dibe. Em pir kêfxweş in."
Ji niştecihên bajêr Mehdi Duman, spasiya kesên ku keda wan di organîzekirina festivalê da heye kir û wiha axivî: "Li vir gerên bi beleman û pêşbaziyên kanoyê çêdikin. Çalakiyên pir xweş hene. Bi taybetî temaşekirina çalakiya flyboardê pir bi kêf e. Festîval ji bo danasîna bajarê me jî pir giring e."