Ayhan İşcen
13 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2026
Geliyê Tohmayê yê li Darendeya navçeya Meletiyê bi rengên payîzê rengîn bû.
Gelî bi bedewiyên xwe yên dîrokî û siruştî va çar demsalên salê wekî bihuşteke veşartî ye. Gelî bi zinarên xwe yên terikî, gîha û nebatên xwe yên ciyawaz û siruşta xwe ya destpêneketî va pêşwaziya ziyaretvanên xwe dike.
Geliyê Tohmayê di dewra şikestinên jeolojîk da çêbûye û ava gelî ji nava zinar û tehtan ra diherike. Bi hatina payîzê ra gelî bi tonên cuda yên rengên zer, gevez û kesk va xemilî.
Der û dora Çemê Tohmayê darên wekî çenar, selwî, bihok, qewax, gûz, şîlan û hêjîran hene û bi hatina payîzê ra rengên pelên daran jî guherîn.
Teht û zinarên Geliyê Tohmayê, çemê wê û darên wê yên rengîn bi dronê hat kişandin.