Fatma Sevinç Çetin Obuz
05 Mijdar 2026•Rojanekirin: 05 Mijdar 2026
Ji bo başûrê rojhilata welêt hişyariya barana gur hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, ji serê sibehê pê va li rojhilata herêma Rojhilata Behra Spî û başûrê rojhilatê baran wê bibare, baran wê li derdorên Hatay, Gazîentab, Kilîs, Adiyeman, Şanliurfa, Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Şirnex, Elezîz, Bîngol, Bidlîs û Hekariyê, li başûrê Meletiyê û navçeyên rojavayê yên Mûşê wê cî bi cî gur bibare.
Li rojhilata Şirnexê û derdora Hekariyê şilope û berf tê payîn, li gor texmînê li rojavayê herêmê ji sibê bi şev pê va tesîra baranê wê kêm bibe, li rojhilata herêmê jî wê heya êvara şemiyê dewam bike.
Divê welatî ji bo lehî, birûsk, hezaz, zîpik û di çûyîn û hatinê da baldar û bi tevdîr bin.