Duygu Yener
17 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2026
Ji bo Herêma Başûrê Rojhilatê hişyariya bayê xurt û bahozê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê tê pêşbînîkirin ku ji sibê pê va bayê xurt û bahozên ku ji başûr û başûrê rojava tên, bandorê li derdora Hekariyê, beşa başûr ya Wanê û herêmên rojhilatê Sêrt û Şirnexê bikin.
Ji welatiyan tê xwestin ku baldar bin û li hemberî xetereyên wekî astengiyên di çûnûhatinê da, firîna banan û hilweşîna daran yan sitûnên elektrîkê, tedbîrên pêwîst bigirin.