Mehmet Emin Gürbüz
03 Gulan 2026•Rojanekirin: 03 Gulan 2026
Di rêbejaya D-100ê da li devera Çiyayê Boluyê mij û baranê tesîra neyînî li veguhestinê kir.
Li devera Çiyayê Boluyê li tanga Xaçerêya Abantê, Karanlikdere û Seymenan ji ber mij û taviya baranê mesafeya dîtinê cih cihan daket heya 30 metreyan.
Ajokaran ji ber mesafeya kêm a dîtinê wesayîtên xwe hêdîka ajotin.
Ekîbên rêbeja û trafîqê ajokar hişyar kirin ku ji ber mij û baranê baldar bin, di navberê da mesafeyê bihêlin û bilez neçin.
Ji aliyekî din va taviya baranê li navenda bajarê Boluyê jî bi navber dibare.