Şeyma Güven
06 Îlon 2026•Rojanekirin: 06 Îlon 2026
"Hefteya Adaptasyonê ya Ji Bo Dibistanê" ya ji bo xwendekarên pêşdibistanê, xwendekarên pola 1emîn a dibistana seretayî û xwendekarên pola 5emîn a dibistana navîn sibê dest pê dike.
Hefteya Adaptasyonê ya ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî va ji bo xwendekarên ku îsal wê dest bi pêşdibistanê, xwendekarên dest bi pola 1emîn a dibistana seretayî û xwendekarên dest bi pola 5emîn a dibistana navîn a heyama 2026-2027an bikin, ji sibê pê va wê heta 11ê Îlonê dewam bike.
Perwerdeya Hefteya Adaptasyonê wê ji bo xwendekarên pêşdibistanê û pola 1emîn a dibistana seretayî 5 rojan, ji bo xwendekarên pola 5emîn a dibistana navîn jî 3 rojan bê dayîn.
Perwerdeya 5 rojan berpirsyariyên aliyên peywendîdar, xalên ku divê ew bi baldarî bên şopandin û mînakên lîstik û çalakiyan dihewîne.
Bernameyên ji bo xwendekarên pêşdibistanê, xwendekarên pola 1emîn a dibistana seretayî û xwendekarên pola 5emîn a dibistana navîn, wê di tevahiya sala perwerde û hîndekariyê da dewam bikin û her meh wê bên lidarxistin.
Perwerdeya ku li gor lîstik û jiyana rojanê hatiye amadekirin wê bi alîkariya malbat û dibistanê li dervayî dibistanê jî di tevahiya salê da dewam bike.
Li gorî salnameya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya heyama 2026-2027an, perwerdeya heyama ewil a salê li dibistanan wê di 14ê îlonê roja duşemê da dest pê bike.