Fikret Kavğalı
21 Îlon 2026•Rojanekirin: 21 Îlon 2026
Li Edeneyê di saet 04.02yan da bi mezinahiya 5an erd hejiya.
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat belavkirin, navend navçeya Saîmbeyliyê bi mezinahiya 5an erdejek çêbû.
Hat ragihandin erdhej 7 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Walîtiya Edeneyê der barê erdhejê da daxuyaniyek da û wiha got:
"Di saet 04.02yan da navend navçeya Saîmbeyliyê ya bajarê me bi mezinahiya 5,0an erdhejek çêbû. Piştî erdhejê, heta niha rewşeke neyînî çênebûye û tu bangek jî negîhiştiye Navenda Banga Acîl a 112yan. Ekîbên AFADê û ekîbên me yên ku bi mijarê ra eleqedar in li qadê xebatan didomînin û rewş ji nêz va tê şopandin. Em ji bo hemû welatiyên me yên ku bandora erdhejê li ser wan çêbûye ra dibêjin serborî be."