Fikret Kavğalı
27 Îlon 2026•Rojanekirin: 27 Îlon 2026
Li Seyhana navçeya navend a Edeneyê otobêsa rêwiyan li dîrega tabelayê xist û 11 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a ku ji Hatayê diçû Gîresunê, navê şofêrê wê hê nehatiye hînkirin û plaqeya wê 38 YILTUR 005 e, dema ku ji Taxa Onurê ser Bûlwara Turhan Cemal Berîker ra derbas dibû, li dîrega tabelayê xist û paşê li dîwarê dirbejêrê ket.
Li ser êxbarê polês, ekîbên tenduristî û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Şofêrê ku di wesayîtê da asê bûbû, piştî xebata 2 saetan a ekîbên îtfaiyeyê paşê hat derxistin.
11 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, li cihê qezayê piştî midaxeleya ewil a bi destê ekîbên tenduristiyê, rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Hat gotin ku di otobêsê da 35 rêwî hebûne.