Tevhid Furkan Nehri, Cüneyt Çelik, Günay Nuh
17 Mijdar 2026•Rojanekirin: 17 Mijdar 2026
Li Erzirom, Qers û Erdexana ku germahiya hewayê ya bi şev daket binê sifirê, hewa sar bû û bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziroma ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 7 pile hat pîvan, paceyên wesayîtên park kirine, rê û peyarêyan qeşa girt.
Serê sibê li ser dar û beran qiravî çêbû.
- Qers
Li Sariqamîşa navçeya Qersê serma û qiravî çêbû.
Li navçeya ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket 5 pileyan, paceyên wesayîtan, dar û nebat û hawirdor spî bûn.
Hin welatiyan branda kişandin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Golên li Deşta Hançerliyê bi qeşayê nixûmîn, dîmenên mêrgên spî bûne jî bi kameraya dronê va hatin qeydkirin.
Ji welatiyan Celal Gok anî ziman şev gelekî serma çêdibe û serê sibê wesayîtên wan ji ber qeşayê bi zehmetî dixebitin.
- Erdexan
Li Erdexana ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 6 pile hat pîvan, hewa sar bû ku bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Girên li derdora bajêr bi berfê nixûmîn ku bandora hewaya sar li bajêr zêde bû.