Beşir Şavur
20 Îlon 2026•Rojanekirin: 20 Îlon 2026
Li Artukluya navçeya navendê ya Mêrdînê, otomobîlê li panoya reklamê xist û 3 kesên tê da birîndar bûn.
Otomobîla plaqe 34 AZD 112 a nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin, li Taxa Savurkapiyê li panoya reklamê ya li kêleka rê xist.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û îtfaiyeyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Di qezayê da 3 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin veguhestin.