Kaan Bozdoğan, Alper Korkmaz, İrem Demir
02 Îlon 2026•Rojanekirin: 02 Îlon 2026
Ji du keştiyên bazirganiyê yên bi alaya Tirk ên li peravên Sîlîvriyê li hev qelibîn, yek binav bû û xebatên lêgerînê li herêmê didomin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin, "Derdora saet 03.00yan da, 18 mîl li başûrê peravên Sîlîvriyê, keştiya bazirganiyê ya bi alaya Tirk ya bi navê Alsu ku ji Kocaeliyê diçû Aliagayê û keştiya bazirganiyê ya bi alaya Tirk ya bi navê Tugberk Îmamoglu ku ji Bendera Îskenderûnê diçû Eregliya Karadenîzê li hev qelibîn."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku gelek tîmên deryayî yên Ewlekariya Qeraxan, Fermandariya Ewlekariya Keştiyan a Marmara û Tengavan û helîoptereke ewlekariya qeraxan sewqî cihê bûyerê hatin kirin û wiha hat gotin, "Li gorî tesbîtên pêşîn ên tîmên ku gihîştin herêmê, di keştiya bi navê Alsu da tu xesareke berçav nehat dîtin. Lêbelê heya vî çaxî peywendî bi keştiya bazirganiyê ya bi navê Tugberk Îmamoglu û 10 personelên wê ra nehatiye danîn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên tîmên li herêmê didomin."
Di daxuyaniya Walîtiyê ya duyem a têkildarî qezayê da jî wiha hat gotin:
"Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku piştî qezaya keştiyê ya li 18 mîlên deryayî (35 km) li peravên Sîlîvriyê hatin destpêkirin, berdewam dikin. Di xebatan da yên ku ji bo keştiya Tugberk Îmamoglu ya metalê sac ê rûloyî û hesinê înşeatê barkirî didomin, 2 helîkopter û 9 unsûrên deryayî yên Ewlekariya Qeraxên Marmarayê û her wiha 3 wesayîtên deryayî yên Ewlekariya Qeraxan wezîfeyê dikin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku tankera bi navê Alsu ya ku ji lihevqelibînê bibandor bû, vala ye û hat tesbîtkirin ku li herêma qezayê kûrahiya deryayê nêzî 800-900 metreyan e."
Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê jî der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin û ragihand ku cîgirê serdozgerekî komarê û 2 dozgerên komarê hatin wezîfedarkirin.
- Maseya krîzê hat avakirin
Piştî qezayê, li Sîlîvriyê ji aliyê Midûriyeta Rewşa Bilez û Afatê ya Parêzgehê (AFAD) va maseya krîzê hat avakirin. Di çarçoveya xebatan da yên ku bi koordînasyona Qeymeqamiya Sîlîvriyê tên meşandin, piştgiriya tenduristî, xwarin, rûniştin û psîkososyalê ji bo xizmên muretebatê keştiyê tê dayîn.
Helîkopterên ku ji hewa da beşdarî xebatên lêgerînê bûn jî ji herêmê tên dîtin.
- Agahiyên nasnameyê yên muretebatê keştiyê diyar bûn
Nasnameyên muretebatê keştiya binavbûyî ku 10 kes in û xebatên lêgerîna wan didomin, wiha ne:
"Kaptan Yaşar Kayhan, zabîtê 1emîn Rahmi Temel, kaptanê 3yemîn Atakan Alagoz, sermakînîst Aydin Demirci, makînîstê 2yemîn Gencer Aydin, rûnker Eyup Enes Cesur, lostromosê guverteyê Nidai Duman, deryavanê pispor Nacican Keskin, deryavan Onuralp Demir û aşpêj Abdulbaki Mirzaoglu."
Li herêmê xebatên lêgerînê berdewam in.
Li aliyê din, tankera bi navê Alsu ya ku tevlî qezayê bû li peravên Sîlîvriyê hat lengerkirin, ji aliyê ekîba AAyê bi dronê hat kişandin. Di dîmenan da ligel keştiyê, muretebatên di hundirê keştiyê da jî tên dîtin.