Rauf Maltaş
23 Tebax 2026•Rojanekirin: 23 Tebax 2026
Li Şanliurfayê germahiya zêde bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike.
Li bajêrê ku yek ji germtirîn bajarên Tirkiyeyê ye, termomêtroyan germahiya hewayê 46 pile nîşan da.
Welatiyên ku ji germê aciz bûn, wextên xwe li cihên heşîn û parkan derbas kirin.
Hin kesan jî şewqe dan serê xwe û sîwan bi kar anîn ku xwe ji germê biparêzin.
Li rawestgehên otobêsan ji bo ku germahî welatiyan zêde aciz neke, pergala vantîlatorê hat xebitandin.
Ji ber germa zêde li hin cihên bajêr çûyîn û hatina wesayît û peyayan kêm bû.