Ayşe Karaosmanoğlu
25 Nîsan 2026•Rojanekirin: 25 Nîsan 2026
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Wezaret ji welatiyên kêmdahat ra ji sala 2003yan va xaniyên li hember erdhejê qewîn û ewledar çêdike.
Heta îro bi rêya projeyên wekî 50 hezar, 100 hezar, û Xanîyên Civakî yên Xaniyê Min ê Pêşî-250 hezar, li seranserê Tirkiyeyê zêdetirî milyonek û 750 hezar xanîyên civakî hatine avakirin. Bi vê projeyê nêzîkî 7 milyon welatiyên kêmdahat bûne xwedî xaniyên ewle, saxlem û nûjen.
Bi Projeya Xaniyan a Sedsalê ya bi druşma "Tirkiyeya Xwedî Xanî" ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand va jî, ji bo mezintrîn projeya xaniyên civakî ya dîroka Tirkiyeyê, xebat hatin destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê da li 81 parêzgehan ewê 500 hezar xaniyên civakî bên avakirin û bi van xaniyan ewê herî kêm 2 milyon welatî di xaniyên li hember afatan qewîn, saxlem, ewledar û modern da bijîn.