Fatma Sevinç Çetin Obuz
13 Îlon 2026•Rojanekirin: 13 Îlon 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di peyama xwe da ya ku bi minasebeta 105emîn salvegera Serkeftina Sakaryayê weşand, diyar kir ku Şerê Meydanî yê Sakaryayê ku yek ji mezintirîn serkeftinên gelê Tirk ên di têkoşîna serxwebûnê ya seranserî dîrokê da ye, nîşaneya wê yekê ye ku ev gel ji bo azadî û serxwebûna xwe dê çi têkoşînên mezin bide.
Erdogan bal kişand ku gelê Tirk ê ku di nav tunebûnê da û di şert û mercên herî dijwar da jî nîşanî hemû cihanê da ku dikare bibe yek û bi hev ra be, bi têkoşîna xwe ya di Şerê Meydanî yê Sakaryayê da serkeftineke wisa bi dest xist ku dê bikeve dîroka şer a cihanê û wiha got:
"Serkeftina Sakaryayê ya ku di rêya avakirina Komara Tirkiyeyê da xwebaweriyeke mezin da gel, careke din di hişê neteweyên dijmin da çikand ku Anadolu warê Tirkan e. Bi hêz û biryardariya ku em ji serkeftinên xwe yên bi heybet ên di raboriyê da û ji şaristaniya xwe ya dewlemend a ku bav û kalên me ji me ra hiştine digirin, em ê dewleta xwe heta hetayê li ser piyan bihêlin û her bihustek axa welatê xwe, berdêla wê çi dibe bila bibe, biparêzin. Bêyî binpêkirina xwîna şehîdên me ku ji Milazgirê heta Sakaryayê hat rêtin ku Anadolu ji me ra bibe welat, em ê xwedî li mafên gelê xwe yê ezîz derkevin û ji bo pêkanîna armancên xwe bi hemû hêza xwe bixebitin. Bi vê minasebetê, ez careke din ji Xwedê ji bo hemû şehîdên me rehmê dixwazim ku di rêya parastina azadî, serxwebûn û welatê me yê ezîz da xwe feda kirine. Di salvegera Serkeftina Sakaryayê da, Xazî Mustafa Kemal di serî da, ez hemû lehengên Şerê Rizgariyê bi rehm û spasdarî bi bîr tînim û hemwelatiyên xwe bi hestên xwe yên herî dilsoz silav dikim."