Yusuf Soykan Bal
27 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra bi telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Fransayê û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Di axaftinê da pêvajoya diyarkirina sekreterê giştî yê nû yê Neteweyên Yekbûyî jî hat nirxandin û Serokomar Erdogan diyar kir ku divê xwedî vîzyon û tecrûbeyeke wisa be ku NYyê ji nû va bike navenda piralîtiyê, reformên hewce bi awayekî çalak bikare tetbîq bike.
Serokomar Erdogan Serokomarê Fransayê Macron vexwend Lûtkeya Serokan a COP31î ya ku dê li Tirkiyeyê bê lidarxistin.
Macron jî Cejna Komarê ya Serokomar Erdogan pîroz kir.