Zafer Fatih Beyaz, Mümin Altaş, Özcan Yıldırım
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîra Îtalyayê Gîorgîa Meloniyê ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan di çarçoveya 36emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê da ku ji aliyê Tirkiyeyê va li Kuliyeya Serokomariyê tê lidarxistin, hevdîtinên xwe yên dualî didomîne.
Di vê çarçoveyê da Erdogan bi Serokwezîra Îtalyayê Meloniyê ra civîneke ji çapemeniyê ra girtî pêk anî.
Di civînê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Cîgirê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Şêwirmendê Sereke yê Serokomar û Siyaseta Derva û Ewlehiyê Akif Çagatay Kiliç û Cîgirê Serokê Encûmena Ewlekarî û Siyaseta Derva ya Serokomariyê Çagri Erhan jî amade bûn.