Özcan Yıldırım
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ra civiya.
Erdogan di çarçoveya 36emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê da ku Tirkiye mazûvaniya wê li Kuliyeya Serokomariyê dike, hevdîtinên xwe yên dualî didomîne.
Serokomar Erdogan di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê da bi Serokwezîrê Kanadayê Carney ra civiya.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettin Duran û Şêwirmendê Bilind yê Serokomar û Ewlekarî û Siyaseta Derva Akif Çagatay Kiliç jî beşdarî civînê bûn.