Serokomar Erdogan: Em rêwîtiya xwe ya Geşepêdana Kesk didomînin
Serokomar Erdogan: "Di çarçoveya armanca xwe ya 'Emîsyona Sifir a Net a 2053yan' da em rêwîtiya xwe ya Geşepêdana Kesk didomînin."
İsmet Karakaş
11 Mijdar 2026•Rojanekirin: 11 Mijdar 2026
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Dema em armancên xwe yên geşepêdanê û ewlehiya xwe ya vejenê plan dikin em faktorên jîngehê heta hûrgiliya herî biçûk li ber çavan digirin. Di çarçoveya armanca xwe ya 'Emîsyona Sifir a Net a 2053yan' da em rêwîtiya xwe ya Geşepêdana Kesk didomînin"
Serokomar Erdogan: "Di bingeha şaristaniya me da rêzgirtina ji bo siruştê heye, rûyê erdê emanetekî pîroz e ku divê were parastin."
Serokomar Erdogan: "Em pirsgirêkên mezin yên germbûna kurewî, tunebûna pircureyî ya biyolojîk û xerckirina zêde ya çavkaniyên siruştî bigire, heta gefên li ser ewlehiya xurekê û bûyerên wêranker ên avûhewayê ra rûbirû dimînin."