Serokomar Erdogan: "Em ê dev ji çanda lihevkirinê bernedin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di "Civîna Vekirinê ya Sala Qanûndanînê ya bi Parlamenterên AK Partiyê ra" da axivî.
Ekip
07 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2026
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di "Civîna Vekirinê ya Sala Qanûndanînê ya bi Parlamenterên AK Partiyê ra" da axivî.
Erdogan li ser diyalog û lihevkirinê sekinî û wiha axivî:
"Wekî AK Partî û Îtifaqa Cumhur, Tirkiyeya Bêteror di serî da em ji bo tu mijareke ku kêrî milet tê, em ji diyalogê nerevîn, em narevin. Ez bangewaziya Birêz Bahçelî ya 'di xizmetê da reqabet, di îstiqlalê da wehdet, di îstiqbalê da xîret'ê bi gotinên ku em pê serbilind bûn, pir watedar dibînim. Em ê deriyên diyalogê vekirî bihêlin, di komîsyonan da, di xebatên lijneya giştî da em ê bi zimanekî çêker biaxivin, dev ji aqlê selîm, çanda lihevkirinê bernedin. Digel helwesta derî nezaketê ya di vekirina Meclisê da ez di heyama nû ya qanûndanînê da ji mixalefetê şêweyekî erênî dixwazim û hêviya xwe diparêzim. Li pêşiya Meclisê teqwîma xebatê ya tijî heye. Em ê bi şirîkê xwe yê Îtifaqa Cumhur ra bi îstişare û tevkariyê ji 10 mehên pêşiya xwe pir baş îstifade bikin."
Serokomar Erdogan li ser daneyên aboriyê sekinî û wiha axivî, "Di sala 2002yan da îxracata me salane 36 milyar dolar bû, niha jî em kêfxweş in ku derketiye 284 milyar dolarî. Em dixwazin kar û rizqê gelê xwe bi biryardarî biparêzin. Em bi tu awayî dev ji vê bernadin. Em kêfxweş in ku enflasyona bihayên kirê, perwerde û xidayê ku miletê me pê tengasiyê dikişîne, dest pê kir û kêm dibe."
Erdogan bal kişand ser lêpirsîna fonê û wiha axivî, "Ji bo pirsgirêka ku di qismekî piyaseya fonê da derketiye holê em helwesta xwe nîşan didin û gavên hecwe bi biryardarî diavêjin. Rêvebiriya me ya aboriyê mijarê dişopîne, tevdîran hildide, gavên hewce davêje ku piyaseyên fînansê ji vê krîzê xurtir derkevin. Lijneya Çavdêriyê ya Dewletê vê meseleyê bi hûrgilî vedikole dike. Em ê îhmalkarî û kar û barên derî hiqûq û rêgezan qebûl nekin. Bazirganên felaketê yên ku hewl didin zirarê bidin aboriya Tirkiyeyê wê têk biçin, welat û miletê me wê zêdetir qezenc bike. Di serokatiya Alîkarê Serokomar (Cevdet Yilmaz) da Lijneya Kordînasyona Fonê hatiye avakirin û rojeva wê ya sereke çareserkirina vê meseleyê ye. Lijneya me wê bê navber bixebite û vê pirsgirêka ku piyaseyên me yên sermayeyê neheqî tawanbar kir, wê demildest çareser bike. Bazarên sermayeyê yên Tirk wê ji barê zêde û ji wan parazîtên ku mal û milkên veberhênerên biçûk dixwin xelas bibin, bazara me ya darayiyê wê rêya xwe bidomîne. Kesên ku heqê milet xwarin, qezenceke neheq bi dest xist, dê hesabê wê hem li vê dinyayê bidin mehkemeyên Tirk hem jî li Mehkemeya Kubrayê bidin Xwedê. Em hêla veberdêran ya meseleyê dişopînin. Ji bo barê dewletê çênebe û welatiyên me jî heqê xwe bistînin, em pêvajoyê dimeşînin. Aliyê siyasî yê mijarê ji bo me tu carî ji wijdan, exlaq û baweriyê cudatir nîne. Em ji gelek aliyan va hatin ceribandin, lê me bi exlaq, wijdan û îmana xwe ya saxlem va her mîkroba xebîs a ku kete nava laş, me berteref kir û em serkeftî bûn. Zû yan dereng wê fêm bikin ku em ji wê koma di qutiyên peqlewayê da bertîlê hildidin û bi pereyê heram bircan ava dikin, dersê hilnadin û wan mixatab nagirin. Em ê bi paqijî meşa li ser rêya xwe bidomînin. Di vê rêwîtiya pîroz da em ê bi awayekî nûbûyî û hucreyên bi nû bûne va bêtir bi biryardarî bimeşin. Qîl û qal, îdia, îftira, îtham, her cure senaryo, bila kes meraq neke Tayyîp Erdogan jî rêhevalên wî jî çi hewce bike, dikin."