Serokomar Erdogan eşkere kir ku tetîla Eyda Qurbanê bû 9 rojan
(Krediya zewacê) "Di maweya lêvegerînê da heger zarokê duyem jî bibe, em ê hemû teqsîdên mayî hîbe bikin...Em roj û danekê beriya eydê dixin ber îzna îdarî û bi vî awayî em derfeta tetîleke."
İsmet Karakaş
04 Gulan 2026•Rojanekirin: 04 Gulan 2026
photo: TCCB / Mustafa Kamacı / AA
Serokomar Erdogan eşkere kir ku tetîla Eyda Qurbanê bû 9 rojan
Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê piştî Civîna Kabîneyê xîtabî gel kir.
Serokomar Erdogan biwarê tavî û bahoza ku duh li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê rû da wiha got, "Wezîrên me yên Çandinî û Karên Navxweyî digel şaxên me yên li qadê rewşê dişopînin, xebatên tesbîta xesarê didomînin."
Serokomar Erdogan bal kişand ku di roja me ya îro da ku lêgerîna însanan a dîtina rêyekê zêde bûye, Tirkiye wekî welatê herî bihêz û biîstiqrar ê herêma xwe, xwe dixe behs û rojevê.
Wêne : Mehmet Ali Özcan/AA
Erdogan her wisa destnîşan kir ku di gelek saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) da li dijî Tirkiyeyê şaşiya stratejîk heye û ev yek bi awayekî pir beloq hebûna xwe didomîne û wiha pê da çû:
"Divê êdî ew yek were famkirin, YEyeke ku Tirkiye tê da endamekî tam nîne, nikare bibe aktorekî kurewî û navenda cazibeyê. Yekîtiya Ewropayê divê qîmeta helwesta erênî ya Tirkiyeyê baş bizane, vê yekê nebaş neemilîne, ji kirin û gotinên ku dê vê yekê bixe tengasiyê dûr bisekine.
Bira neyê jibîrkirin ku ne Tirkiye Tirkiyeya berê ye ne jî dinya wek xwe ye berê di qada nifûzê ya dewletên Rojava da asê maye. Fenanî roja çûyî, îro roj jî mesele ne ew e ku Enqere li ku disekine, mesele ew e ku Bruksel dixwaze di dinyaya siberoj da li ku be û xwe li ku dibîne. Îro roj ihtiyaca Ewropayê ya ku bi Tirkiyeyê heye, ji ihtiyaca Tirkiyeyê ya ku bi Ewropayê heye, bêtir e. Sibe roj ev ihtiyac dê hîn zêdetir bibe."
Serokomar Erdogan her wiha der heqê krediya zewacê da jî mizgînî da û bal kişand ku di maweya lêvegerînê da heger zarokê duyem jî bibe, ew ê hemû teqsîdên mayîn hîbe bikin.
Wêne : Mehmet Ali Özcan/AA
- Tetîla Eyda Qurbanê bû 9 rojan
Serokomar Erdogan her wiha di dawiya axaftina xwe da jî bal kişand ku ew ê der heqê tetîla Eyda Qurbanê da mizgîniyekê bide û wiha got, "Em roj û danekê beriya eydê dixin ber îzna îdarî û bi vî awayî em derfeta tetîleke 9 rojan pêk tînin."