Gökçe Karaköse
29 Gulan 2026•Rojanekirin: 29 Gulan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Fetha Stenbolê tevî Ayasofyayê jinûva avakirin, vejîn û zindîkirina bajarekî ye ku cihên îbadetê hatibûn talankirin û wêrankirin û taxên wê kavil bûbûn."
Erdogan di bernameya "Ji Fetihkirina Stenbolê Heta Fetihkirina Dilan" da ku li Navenda Kongreyê ya Haliçê aht lidarxistin, axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir Fetha Stenbolê tenê serkeftineke mezin û bûyereke ku heyamekê girt û serdemekê da destpêkirin nîne, li bajarekî cîhanî veguherîna tarîtiyê bo ronahîyê ye.
Erdogan destnîşan kir Fetha Stenbolê tevî Ayasofyayê jinûva avakirin, vejîn û zindîkirina bajarekî ye ku cihên îbadetê hatibûn talankirin û wêrankirin û taxên wê kavil bûbûn.
Serokomar Erdogan diyar kir Fetha Stenbolê modelek e ku miletê wan dikare ji bo îdeal, xeyal û armanca xwe ya dawîn çi bi dest bixe û wiha peyivî, "Hê jî kesên ku nikarin bi fetihkirina Stenbolê ra li hev bikin, hene. Kesên ku nikarin ji destê xezeba 573 salan birevin hene. Kesên ku dibêjin 'divê statuya Stenbolê biguhere' ew kes in ku naxwazin Qur'an li Qesra Topkapiyê bê xwendin û banga nimêjê li Ayasofyayê bê xwendin."