Koray Taşdemir
02 Mijdar 2026•Rojanekirin: 02 Mijdar 2026
Serokomar Erdogan û Emîne Erdogana jina wî dema ku gihîştin Baregeha Esmanî ya Seul Seongnamê Wezîrê Bazirganiyê yê Koreyê Park Jung-sung ew pêşwazî kirin.
Balyozê Seûlê yê Komara Tirkiyeyê Fatîh Yildiz û Nesrîn Yildiza jina wî jî beşdarî pêşwaziyê bûn.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokê Polîtîkayên Tenduristiyê Halît Yerebakan, Serokê Sanayiya Parastinê Haluk Gorgun jî bi Serokomar Erdogan ra Seûlê ziyaret dikin.
Ziyareta Serokomar Erdogan wê heya 4ê Mijdarê dewam bike, di çarçoveya ziyaretê da 3yê Mijdarê roja sêşemê tê plankirin ku Erdogan bi Serokê Dewleta Koreya Başûr Lee Jae Myung ra hevdîtineke fermî bike.
Di hevdîtinan da têkiliyên şirîkatiya stratejîk a navbera her du welatan wê ji her alî va werin nirxandin, her du alî wê der barê mijarên rojane yên herêmî û kurewî da fikra xwe ji hev ra bêjin û armanc ew e ku seba xurtkirina têkiliyên du alî hin peyman werin îmzekirin.