Salih Ulaş Şahan
25 Îlon 2026•Rojanekirin: 25 Îlon 2026
Serokomar Erdogan bi navbeynkariya Hamza Yerlîkayayê Alîkarê Wezîrê Werziş û Ciwaniyê yê ku pêşbirka fînalê ya li Sofyaya paytextê Bulxaristanê di cî da temaşe kir bi Hatîceya ku bû şampiyona Ewropayê ra axivî.
Erdogan Hatîceyê pîroz kir û got ku "Hatîce ez te pîroz dikim keça min. Maşallah ev bû madalyaya te ya sêyemîn a ku te îro qezenc kir, maşallah. Tu êdî di olîmpiyatan da jî bibî yek nimre. Xwedê yar û alîkarê te be. Ji hemû malbatê ra silav. Ez pîroz dikim. Ji hemû malbatê ra ji dê û bavê te ra silavan dişînim."
Boksora neteweyî spasiya Serokomar Erdogan kir.