Koray Taşdemir
25 Tebax 2026•Rojanekirin: 25 Tebax 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Xelata navçeya Bidlîsê serdana Goristana Meydanî ya Selçûqiyan kir.
Erdoganê ku ji bo çalakiyên 955emîn salvegera Serkeftina Milazgirê li Xelatê ye, çû Goristana Meydanî ya Selçûqiyan ku di Lîsteya Demkî ya Mîrata Çandî ya Cihanê ya UNESCOyê da ye û yek ji mezintirîn goristanên Tirk-Îslamê yên cihanê ye.
Erdogan li vir beşên ku kêlên goran ên abîdeyî lê ne lêkolîn kir û ji rayedaran agahî wergirt.
Ji hêla Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Safi Arpaguş ji bo ecdad û şehîdan Qur'ana Pîroz hat xwendin û diayên xêrê hatin kirin.
Serokomar Erdogan piştî diayê, ligel heyeta bi xwe ra wêneya bîranînê da kişandin.
Erdogan piştî serdanê, di derketina goristanê da ligel malbatên şehîdan û xaziyên ku li benda bûn hat bal hev, silav da welatiyan, ligel wan hinekî sohbet kir û wêne da kişandin.
Di ziyaretê da Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destici, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û her wiha endamên Kabîneya Serokomariyê û fermandarên hêzan hevaltiya Erdogan kirin.